Nazim Zehawî dest bi kampîna hilbijartina bo Serokwezîrê Brîtanyayê kir
Wezîrê Brîtanyayê yê Kurd Nazim Zehawî hewl dide bibe Serokwezîrê Brîtanyayê.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Brîtanayayê yê Kurd Nazim Zehawî, dest bi kampîna hilbijartinê ya ji bo bidestxistina postê Serokwezîrê Brîtanyayê kir.
Piştî ku Wezîrê Darayî Rishî Sunak wek nîşandana nerazîbûnê li hember Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson, dest ji kar vekişand, Nazim Zehawî roja 6ê Tîrmehê ji bo wê postê hatibû destnîşankirin.
Serokwezîrê Brîtanî Boris Johnson jî hefteya borî destberdana xwe ji serokatiya Partiya Parêzgaran pêşkêş kiribû.
Piştre Nazim Zahawî, namzediya xwe ji bo serokatiya Partiya Parêzgaran ragihand, ji bo şûna Boris Johnson postê serokatiya hikûmeta nû werbigire.
Zehawî îro Sêşemê kurtevîdyoyek li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir û tê de behsa qonaxên karkirin û serkeftinên xwe li wî welatî kir.
Nazim Zehawî ji malbateke Kurd, li Bexdayê jidayîk bûye, di temenê xwe yê 11 salî de ji rejîma Sedam Husên reviyane û berê xwe dane Brîtanyayê.
Zehawî di sala 2010an de wek endamê parlamentoya Brîtanyayê hat hilbijartin, piştre ji sala 2018 heta Tîrmeha 2019an wek wezîrê dewletê bo karûbarên malbatê û zarokan erk wergirt.
Zehawî di sala 2020an de bû Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Vaksîna li dijî Koronayê. Herwiha di roja 15ê Îlona 2021an de wek Wezîrê Perwerdeyê yê Brîtanyayê hat destnîşankirin.
Zehawî gelek caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye û ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê hevdîtin pêk anîne. Dema postê Wezîrê Darayî ya Brîtanyayê wergirt, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Twittera xwe pîrozbahî lê kir.
10 namzed ji bilî Zehawî hewl didin postê Serokwezîrê Brîtanyayê bi dest bixin. Biryar e jî di meha Îlona bê de, kesek ji nava Partiya Parêzgaran a Brîtanyayê, wek Serokwezîr were destnîşankirin.
Zehawî biryar daye, eger ew baweriya partiya xwe bi dest bixe, dê bacê li ser welatiyên Brîtanyayê kêm bike û budceya Wezareta Berevaniyê zêde bike.
From the little boy who spoke no English to a husband, father, self-made businessman, vaccines minister, education secretary, and now Chancellor of the Exchequer.
— Nadhim Zahawi (@nadhimzahawi) July 12, 2022
With a plan to deliver, and a track record of success, I am running to be your next leader. pic.twitter.com/KHqOBt0ZFU