Iraq dahata xwe ya petrolê ya meha Hezîranê eşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand, dahata wê ya ji hinartina petrolê di meha Hezîrana borî de 11 milyar Dolar bû.

Wezareta Petrolê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: “Dahata hinardekirina petrola xav, 101 milyon û 191 hezar û 236 bermîl e û dahata wê jî 11 milyar û 354 milyon û 544 hezar Dolar e.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Di meha Hezîranê de ji bîrên petrolê yên li naverast û başûrê Iraqê, 97 milyon û 980 hezar û 589 bermîl hatine hinardekirin. Rêjeya hinardekirina ji bîrên Kerkûkê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê jî, 2 milyon û 910 hezar û 887 bermîl e, bihaya her bermîlekê jî bi giştî 112.209 Dolar e.”

Her wiha da zanîn, petrola hatiye hinardekirin ji aliyê (36) kompaniyên navdewletî yên cuda ve ji benderên Besra, Xor El-Emeya, tankerên li Kendavê û bendera Ceyhan a Tirkiyê hatine barkirin.

Şerê Rûsyayê yê li Ukraynayê ku zêdetirî ji 5 mehan ve dest pê kiriye, bihayê petrola xav bilind kiriye. Welatên endamên Hevpeymaniya “OPEC+” hev kirin ku hilberana xwe hinekî zêde bikin, da ku bilindbûna bihayan kêm bikin.