4 endamên “Asayişê” di êrîşa droneke Tirkiyê hatin kuştin

Droneke artêşa Tirkiyê otomobîlek li başûrê Eyn Îsayê bombebaran kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Droneke artêşa Tirkiyê otomobîlek li başûrê Eyn Îsayê bombebaran kir û li gor zanyariyên destpêkê, di encama bombebaranê de kuştî û birîndar hene.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand, droneke artêşa Tirk otomobîlek li nêzî kampa Til El-Semin a koçberên Girê Spî, li başûrê bajarokê Eyn Îsa kire armanc.

Diyar kir jî, di encama êrîşê de, 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin kuştin ku yek ji nava wan jin e û 2 endamên din jî bi giranî birîndar bûn.

Piştre Hêzên Ewlekariya Hundirîn belav kir, her du endamên birîndar, ji ber giraniya birînên wan,  jî canê xwe ji dest dan.

Ev yek di demekê de ye, piştî gefa Tirkiyê a destpêkirina operasyoneke leşkerî li Til Rifet û Minbicê, êrîşên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li ser Rojavayê Kurdistanê û deverên di destê HSDê de zêde bûne.

Roja 22ê vê mehê jî droneke artêşa Tirkiyê otomobîleke HSDê li ser riya Qamişlo - Tirbesipiyê bombebaran kiribû û tê de Cîgira Fermandarê Giştî yê HSDê Selwa Yûsif (Jiyan Efrîn) û du şervanên din ên jin hatin kuştin.

Fly Erbil Advertisment