HSBC: Di Payîzê de nirxê lîreyê Tirkî bi awayekî berbiçav dadikeve

Lîreya Tirkî
Lîreya Tirkî

Navenda Nûçeyan (K24) – HSBC radigihîne, dê di demsala Payîzê de lîreya Tirkî nirxê xwe beramber dolarê Amerîkî bi awayekî berbiçav winda dike. Li gor HSBCê dê di dawiya salê de her dolarekî Amerîkî bibe 19.5 lîre.

Yek ji bankên herî mezin a Brîtanyayê HSBC pêşbînîya xwe ya di derheqê nirxê lîreya Tirkî ya beramber dolarê Amerîkî de nû kir û ragihand ku di werzê Payîzê de lîreyê Tirkî nirxê xwe beramber dolarê Amerîkî bi awayeke berbiçav ji dest bide.

Li gor pêşbiniya HSBCyê dê heta dawiya salê her dolarekî Amerîkî bibe 19.5 lîre.

HSBCê berî niha pêşbînî kiribû ku heta dawiya salê dolarek bibe 17.5 lîre. Lê niha pêşbiniya xwe nû kir û ragihand ku dê dolarek ber bi 19.5 lîreyî ve bilind bibe.