Li Erziromê erdhej rûda
Li navçeya Karaçoban a ser bi parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, bi hêza 3.5 pile erdhejekê rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Karaçoban a ser bi parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, bi hêza 3.5 pile erdhejekê rûda.
Serokatiya Rêvebirina Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, îro sêşemê 23yê Tebaxa 2022yan di demjimêr 16:11 xulekand de li navçeya Karaçoban a ser bi Erziromê erdhejeke bi pileya 3.5 qewimî.
AFADê diyar kir ku erdhej di kûrahiya 7.01 kîlometre de pêk hatiye û piştî erdhejê heta niha ti agahiyeke neyînî ji wan re nehatiye.
#Deprem
— AFAD Deprem (@DepremDairesi) August 23, 2022
Büyüklük : 3.5 (Mw)
Yer : Karaçoban (Erzurum)
Tarih-Saat : 23.08.2022, 16:11:36 TSİ
Enlem : 39.3706 N
Boylam : 42.1296 E
Derinlik : 7.01 km
Detay : https://t.co/7QWBDuEA4y@afadbaskanlik @trthaber @anadoluajansi