Li Tirkiyê bihayê benzîn û mazotê careke din zêde bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê benzîn û mazotê dîsa zêde bû. Bihayê mazotê îro 7ê Îlona 2022yan, 77 quruş hat zêdekirin.

Li Tirkiyê guherîna bihayên sotemeniyê ranaweste, ji ber bihayê petrola Brent li bazara cîhanê û zêdebûna bihayê Dolar li hember Lîreya Tirkî, nirxên sotemeniyê bi awayekî berdewam diguhere.

Roja şemiyê 3yê Îlona 2022yan li Tirkiyê bihayê benzînê 1 lîre û 51 quruş, bihayê mazotê jî 2 lîre û 41 quruş hatibû daxistin, lê belê ev daxistina bihayê benzîn û mazotê zêde berdewam nebû û duh sêşemê 6ê Îlonê, bihayê benzînê 56 quruş û bihayê mazotê jî 69 quruş hatibû zêdekirin.

Piştî ku duh bihayê benzîn û mazotê zêde bû, îro 7ê Îlonê careke din zam hat ser nirxê sotemeniyê ku bihayê mazotê 77 quruş hat zêdekirin.

Piştî vê yekê bihayê mazotê îro li Stenbolê bû 25 lîre 99 quruş, li Enqerê bû 26 lîre û 1 quruş, li Îzmîrê jî bû 26 lîre û 14 quruş.