Piştî biryara Banka Navendî ya Ewrûpayê nirxê Pound bilind bû

Dolara Amerîkayê ku derketibû asta herî bilind a 20 salên borî, piştî biryara Banka Navendî ya Ewrûpayê, bihayê Euro li hember Dolar hinek bilind bû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Dolara Amerîkayê ku derketibû asta herî bilind a 20 salên borî, piştî biryara Banka Navendî ya Ewrûpayê, bihayê Euro li hember Dolar hinek bilind bû, herwiha bihayê Pound jî bi rêjeya %0.8 bilind bû.

Bihayê Euro bi rêjeya %0.8 bo 1,0072 Dolar bilind bûye, herwiha bihayê Pound jî bi rêjeya %0.8 bo 1,1590 Dolar bilind bûye, liva hinek xwerastkirinê bû, sedema wê jî koça dawî ya Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem e.

Piştî civîna Serokê Banka Navendî ya Japoyayê Haruhiko Kuroda ligel berhemhênerên otomobîlan ku nedilniyabûna xwe li ser nizmbûna bihayê Yen eşkere kiribû, bihayê Yen bi rêjeya %0.9 bilind bû.

Fly Erbil Advertisment