Xelkê Stenbolê li hember zêdekirina bihayê avê nerazî ne
Di nava 3 salan de tam 11 caran bihayê ava Stenbolê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hate zêdekirin.
Stenbol (K24) - Di nava 3 salan de tam 11 caran bihayê ava Stenbolê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hate zêdekirin. Li ser zama ji sedî 40,38 ya dawîn jî, ku ji aliyê Ekrem Îmamoglu ve hate pejirandin, welatî reksiyonê nîşan didin.
Li aliyekî fatoreyên ceyran, telefon, lêçûnên hatûçûnê û kiriya giran ya avahiyan, bi ser de jî zama niha ya ji sedî 40,38 ji bo avê ku ji aliyê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê Ekrem Îmamoglu ve hate qebûlkirin di nava civakê de bû cihê nîqaşê.
Welatiyên Tirk û Kurd yên ku li mezintirîn bajarê Tirkiyê Stenbolê dijîn jî li hember vê biryara şaredariyê reaksiyon nîşan didin û daxwaza kêmkirina bihayê avê dikin.
Welatiya bi navê Sevgî Cengîzek ji K24ê re diyar kir: “Ligel ku hê em derbasî zivistanê nebûne jî fatoreyên ceyran û gazê ji xwe têra xwe zêde tên. Îca niha fatoreya avê jî dê li ser zêde bibe. Bi rastî nizanim êdî çi bêjim. Xwedê bo herkesê ku bi kêmmûçeyê debara xwe dike alîkar be.”
Her çiqas Îmamoglu di daxuyaniya xwe de raber bike û bibêje ku wan ji neçarî ev zam pêk aniye jî xwendevanên Kurd ku di heman demê de di hilbijartinan de dengê xwe danê didin zanîn; rewşa wan ya aboriyê ji xwe nebaş bû lê piştî vê zama zêde ya li ser avê wê rewşa wan hê xirabtir bibe.
Welatiyê bi navê Faruk Kurt dibêje: “Me dengê xwe daye Ekrem Îmamoglu. Em li Stenbolê xwendekar in û li Stenbolê dijîn. Ji xwe di warê aborî de em di nav zehmetiyekê de ne. Piştî vê zamê rewşa millet dê hê nebaştir bibe. Loma em dixwazin ev zam paş de bê kişandin.”
Herî dawîn di 5ê Nîsana 2022an de ji sedî 49,99 bihayê ava Stenbolê hatibû zêdekirin. Endamên CHPê û Partiya ÎYÎ, di civîna meha Îlonê ya Encûmena Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê de, daxwaza Îdareya Avê ya Stenbolê ku xwestiye ji sedî 99,80 bihayê avê bê zêdekirin qebûl kirine. Lê endamên AK Partî û MHPê li dijî vê biryarê rabûne û di encama nîqaşan de ji sedî 40,38 zama li ser avê bi piraniya dengên encûmenê hatiye qebûlkirin.