Li Erdexanê erdhej rûda

Li navçeya Golan a ser bi parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê erdhej rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Golan a ser bi parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê erdhej rûda.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Golan a ser bi parêzgeha Erdexanê bi hêza 5 pile erdhej rûda.

Li gor daxuyaniyê, erdhej di demjimêr 17:08ê de û 7 kîlometre di bin erdê de qewimiye.

Hat ragihandin ku li erdhej li bajarên Qers û Erziromê jî hatiye hîskirin.

Fly Erbil Advertisment