Nirxê lîreya Sûrî li bazara reş di asta herî nizim de ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Di 10 rojên borî de lîreya Sûrî nizimtirîn nirx ji 2011an tomar dike, îro her dolarekî Amerîkî li bazara reş a Sûriyê 5300 lîre derbas kiriye, vê yekê barê welatiyan giran kiriye.
Daketina nirxê lîreyê, tevgera kirîn û firotinê li bazaran kêm kir, nirxê sotemeniyê zêde kir û di encamê de kirêya çûnûhatinê, bi taybet di navbera bajêr û parêzgehan de bilind kir. wek mînak, kirêya çûnûhatinê di navbera Şama û Helebê de bi otomobîlê bi 4 milyon lîreyên Sûrî ye ku nêzîkî 200 dolarên Amêrikî dike.
Di heyema yek hefteyê de, hikumeta Sûriyê 2 caran biryar bilindkirina nirxê 16 keresteyên sereke da, ev yek jî bû sedem ku nirx li bazaran bi awayekî berçav zêde bibin û tevgera kirîn û firotinê heya astekê raweste.
Li gorî çavdêran, ji destpêka sala 2022an ve, lîreya Sûrî bi rêjeya % 30 nirxê xwe li bermaberî dolar kêm winda kiriye.
Sûriya ku ji sala 2011an di kirîzeke aborî ya mezin re derbas dibe, xelkê wê zehmetiya kêmbûna sotemeniyê û kêmbûna demjimêrên elektirîkê dikşîne, bi awayekî ku li hin navçeyan eliktirîk 20 demijmêran tê birîn.
Di dema ku nirxê sotemeniyê bilind e, zêdebûn di nirxê berhemên xwarin û madeyên sereke de li Sûriyeya ku % 90 ji welatiyên wê di bin xêza hejariyê de dijîn, heye.