Termên 9 koçberên Kurd gihîştin Kobanê

Li peravên Cezayîrê di rêya koçberiya ber bi Ewropayê de xeniqîbûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Termên 9 koçberên Kurd ên xelkê Kobanî ku li peravên Cezayîrê di rêya koçberiya ber bi Ewropayê de xeniqîbûn, piştî ku îro gihîştin bajarê Minbicê, bo bajarê Kobanê hatin veguhestin û malbatan ji bo veşartinê, termên kesûkarên xwe wergirtin.

Termên wan koçberan duh bi rêya balafireke Qeterê bo Balafirgeha Beyrûtê ya Lubnanê hatibûn şandin û paşê Heyva Sor a Lubnanê ew term li ser sînor radestî Heyva Sor a Sûriyê kiribûn.

Îro termên wan koçberan destpêkê gihîştin bajarê Helebê û li wê derê jî bi rêya ambulansan bo bajarê Minbicê û piştre bo Kobanê hatin rêkirin.

Rêveberiya Sivîl a Minbicê û herwiha Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ji bo wergirtina termên wan koçberan amadekarî kirine û hejmarek ambulans ji bo veguhestina terman terxan kirin.

Nexweşxaneya Firatê ya li Minbicê ragihandiye, 9 cenazeyên koçberên xeniqî yên ji Kobaniyê gihêştine nexweşxaneyê û derbarê nasnameya wan de jî daye xuyakirin, ew 9 cenaze yên Cuma Ferhan Kilîl (28), Basil Ebdulqadir Îsa (28), Xelîl Elaedîn Silêman (25), Qehreman Mehmûd Dawud (32), Ehmed Mihemed Remo (41), Xelîl Şêx Nebî Mihemed (16), Rênas Muslim Omer (30), Bekir Mihemed Bozan (47) û Bekirî Mihemed Elî (23) ne.

Roja 3ê Cotmeha 2022an 2 belemên koçberan di navbera Cezayir û Îspanya de binav bûbûn û di encamê de gelek koçber xeniqîbûn, ku di nava wan de 12 welatiyên Kurd ên ji Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê hebûn.

Fly Erbil Advertisment