Doza Ekrem Îmamoglu hat paşxistin

Derbarê doza li dijî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu de ku bi bêrêzîkirina bi endamên Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê tê tometbarkirin, biryara paşxistinê hat dayîn.

Stenbol
Stenbol

Navenda Nûçeyan (K24) - Derbarê doza li dijî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu de ku bi bêrêzîkirina bi endamên Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê tê tometbarkirin û cezayê çar sal û mehek zindan û qedexekirina karê siyasî jê re tê xwestin, biryara paşxistinê hat dayîn.

Civîna dadgehê îro demjimêr 11:30 li 7. Dadgeha Cezayê ya Anadoluyê ya Stenbolê dê bihata lidarxistin û dihat gotin ku dadgeh dê îro biryara dawî li ser vê dozê bide, lê doz îro nehat dîtin û civîna dadgehê ya derbarê wê dozê de bo 14ê Kanûna 2022yan hat paşxistin.

Piştî ku Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê encamên hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yên 31 Adara 2019an betal kir, Ekrem Îmamoglu ragihandibû ku hikûmet bi rêya sextekariyê di hilbijartinan de bi ser neket û bi betalkirina encamên hilbijartinan dixwaze bi biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan bi ser bikeve. Îmamoglu ji bo kesên biryara betalkirina hilbijartinê dabûn gotina “ehmeq” bi kar anîbû.

Ji ber wan axaftinan, li dijî Îmamoglu doz hatibû vekirin û 4 sal û mehek cezaya girtîgehê hatibû xwestin.

Îmamoglu di hilbijartinên şaredariyên Tirkiye yên sala 2019an de wek berbijêrê Hevpeymanîya Millet ku ji CHP û ÎYÎ partiyê pêk tê, bûbû namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û serkeftin bi dest xistibû. Di hilbijartinan de herwiha HDPê jî piştevanîya Îmamoglu dikir.

Lê piştî betalkirina hilbijartinên şaredariya Stenbolê, bi biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiye, di 23ê Hezîrana 2019an de hilbijartin li Stenbolê hatin dubarekirin û wê carê jî Ekrem Îmamoglu bi ser ket.