Lîreya Sûrî rekoreke nû ya “daketinê” tomar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Lîreya Sûrî li bazara reş rekoreke nû tomar kir û her dolarek sînorê 6 hezar lîre derbas kir, di demekê de ku kirîza sotemeniyê li welat aloz bûye.
Piştî çend salan ji şer, li Sûriye krîza aborî her diçe aloz dibe, ligel wê jî nirxê madeyên sereke bilind bûne, elektrîk bi demjimêrên dirêj qut dibe û sotemenî kêm bûye.
Sepanên elektronîkî yên nefermî yên ku çavdêriya bazara reş dikin nîşan didin ku nirxa lîreyeke Sûrî li hember dolarekî gihîştiye 6010 lîreyan.
Bazirgan ji bo diyarkirina buhayên berhemên xwe, xwe dispêrin buhayê bazara paralel a ku ji hêla sepanan ve tên şopandin, di demekê de nirxê her dolarekî li Banka Navendî 3015 lîre ye.
Lîreya Sûrî kêmbûna xwe ya dawîn di Cotmeha borî de tomar kir, dema ku wê sînorê pênc hezarî derbas kir.
Lê belê, ev têkçûna nû ya lîreyê, hevdem e bi qeyraneke kûr ya sotemeniyê ku hîşt hukûmetê di çend hefteyên borî de siyasetek nû ya teserûfê di belavkirina benzînê de bipejirîne û saziyên giştî ji bo rojek zêde û hin zanîngehan jî du rojên din di hefteyê de rawestîne.
Her wiha Federasyona Werzişê ya Sûriyê jî berî çend rojan hemû çalakiyên werzişî ji ber kêmbûna sotemeniyê bi paş xistin.
Şam hertim sedema sereke ya têkçûna aboriyê xwe, vedigerîne sizayên aborî yên ku li ser wê hatine sepandin ku nikare pêwîstiya xwe ji sotemeniyê dabîn bike, bi taybet ku girîngtirîn bîrên petrolê ji destê wê derketine.
Piraniya Sûriyan di bin sînorê hejariyê de dijîn ku 12.4 milyon kes ji ber nebûna ewlehiya xwarekê dinalin. Hefteya borî jî Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ji bo Sûriyê Geir Pedersen ragihand, pêwîstiya 15 milyon welatiyên Sûriyê bi alîkariyên mirovî heye.