Îtalya li dijî koça neyasayî rêkarên nû digre ber xwe

Hikûmeta Îtalyayê biryareke nû ji bo rûbirûbûna koça neyasayî der kir û cezayê wê jî diyar kir.

Koçber, wêne: arşîv
Koçber, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Îtalyayê biryareke nû ji bo rûbirûbûna koça neyasayî der kir û cezayê wê jî diyar kir.

Li gor biryarê, keştiyên rizgarkirina koçberan, divê rasterast piştî encamdana operasyona rizgarkirinê, desthilatdaran agahdar bikin û di nav avê de çaverêya rizgarkirina koçberên din nekin û demildest vegerin.

Hat eşkerekirin ku kaptanê her keştiyekê, eger berevajî biryarê tevbigere, bi qasî 50 hezar euro dê were sizadan, herwiha li gor biryarê, mafê hikûmetê heye ku di dubarebûna binpêkirina biryarê de, dest deyne ser keştiyê.

Ev di demekê de ye ku niha keştiyên rizgarkirinê yên xêrxwazî, çendîn roj bi berdewamî di nav deryayê de dimînin û dema vedigerin, bi sedan koçber ligel xwe tînin.