Cuma Içten: Nabe demografiya herêmên erdhej lê rû daye bê guhartin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Pêşerojê, ji ber alîkariya Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi ziyandîtiyên erdhejê re, spasiya Serok Barzanî û gelê Kurdistanê dike.

Cîgirê Serokê Partiya Pêşerojê Cuma Içten bi riya K24ê re, spasiya Dezgeha xêrxwazî ya Barzanî û gelê Herêma Kurdistanê kir ku ji destpêka erdhejê ve destê hevkariyê dirêj kir û alîkarî bi ziyandîtiyan re dike û birînên me derman dike.

Herweha Cîgirê Serokê Partiya Pêşerojê ya Tirkiyê got, partiyên Meseya Şeşalî jî ji destpêka erdhejê ve li meydanê bû û guhdariya pirsgirêkên xelkê dikirin û alîkarî bi wan re kirin.

Içten da zanîn jî, îro civîneke Meseya Şeşalî hebû û tê de behsa pirsgirêkên ku ji aliyê desthilatdariya AK Partî û MHPê ve nehatine çareserkirin hate kirin, Maseya Şeşalî jî hewl dide wan pirsgirêkan çareser bike.

Bal kişande ser wê yekê jî ku di rewşa niha de nabe xanî û eqaran navçeyên erdhejê bo biyaniyan bên kirîn û firotan û nabe demografiya wan herêman bê guhartin. Xelkê van hêrêman mexdûr bûne û divê ev mexdûrî nemîne.

Her wiha got, piştî rakirina hemû termên xelkê ji bin kavilên erdhejê, ew ê bikarin bi awayekî hêsantir kêmaniyên hene çareser bikin.

Fly Erbil Advertisment