Em spasiya alîkariyên hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê dikin û em ji bîr nakin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê di hevpeyvîneke taybet ligel Kurdistan24ê de behsa erdheja 6ê Sibatê kir ku ziyaneke mezin gihandiye welatê wî û pesne rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Herêma Kurdistanê di alîkariya ziyandîtiyan de kir.

Konsulê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Mehmet Mevlud Yakut derbarê ziyanên erdhejê de ragihand, li 10 parêzgehên Tirkiyê ku zêdetirî 13,5 milyon kes lê dijîn, zêdetirî 19 hezar avahî hilweşiyan û zêdetirî 50 hezarî jî zirar dîtin.

Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê her ji destpêka erdhejê ve hevkariya welatî wî kir. Hevkariyên xelkê Herêma Kurdistanê û nimêja bikomî ya ji bo qurbaniyên erdhejê, li cem wan cihê pêzanînê ye û xelkê Tirkiyê jî dilsoz in û ti carî vê ji bîr nakin.

Hevpeyvîna Kurdistan24 ligel Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê:

Kurdistan24: Birêz Yakut, spas ku we ev derfet da me.

Konsulê Tirkiyê: Ez jî spasiya Kurdistan24ê dikim. Bi xêr hatin û xweşhal im ku pêşwaziya we dikim.

Kurdistan24: Berî her tiştî ji ber wê karesata mezin a rû daye, dixwazim bibêjim ku em hevparê xema we ne û ji hemûyan re sersaxiyê dixwazim. Tirkiye welatekî mezin e, ez bawer dikim ku di demeke kin de birînên wê dê baş bibin. Li gorî AFAD'ê, Di 2 hezar salên dawî de, ev felaketa herî mezin e ku li Anadolu ye. Dixwazim ji vir dest pê bikim: Li herêmên ku heta niha erdhej lê rû dane, hejmara qurbaniyan çend e û ziyanên madî çi ne?

Konsulê Tirkiyê: Berî her tiştî gelek spas ji bo sersaxiya we, bi rastî Tirkiye di demek pir dijwar re derbas dibe. Erdhej di dîroka komara me de weke karesata sedsalê hat binavkirin. Du erdhej li pey hev û li hêlên cuda pêk hatin, ya yekem bi hêza 7.7 û ya din jî bi pileya 7.6 bû. Bi rastî, zanyar bawer dikin ku tiştê ku qewimiye kêm caran dibe, ku du erdhejên mezin li heman deverê di demek kin de rû bidin.

Erdhej li qadeke 500 kîlometreyî pêk hat û bandor li 10 bajarên ku nifûsa wan 13,5 mîlyon e kir. Erdhej danê sibê pêk hat û mixabin vê yekê jî ziyanên madî zêde kirin û mezinahiya erdhejê li Iraq, Sûriye û Lubnanê jî hest pê hate kirin.

Mixabin hejmara qurbaniyan 36 hezar derbas kir, erdheja herî dawî di sala 1939an de li Erzinganê pêk hatibû û 33 hezar kesan canê xwe ji dest dan, lê mixabin niha hejmara qurbaniyan ji ya berê zêdetir e. Her wiha nêzîkî 108 hezar sivîl jî birîndar bûne, hêvîdar im Xwedê li miriyan bibexşîne û başbûna bilez jî  bide birîndaran.

Derbarê ziyanên madî de, li 10 parêzgehan 19 hezar avahî hilweşiyane, zêdetirî 50 hezar avahî bi tundî yan jî kêm ziyan dîtine û welatiyên me nikarin vegerin malên xwe û tê de bijîn, lê serokê me rojek diyar kir û got: Armanca me ew e ku em di nava salekê de ji bo mexdûrên erdhejê xaniyan ji nû ve ava bikin, ji bo vê yekê jî xebat dest pê kirin û Wezareta Jîngehê û Şaredariyan li herêmê dest bi lêgerîna cihekî guncaw ji bo înşaatê kirin. Ji aliyê din ve jî xebat ji bo diyarkirina texmînên ziyanan didomin û dê di rojên pêş de amarên ziyanan bên eşkerekirin.

Kurdistan24: Belê, piştî erdhejê nûçeyên curbicur li ser televîzyon û torên civakî hatin belavkirin. Yek ji wan nûçeyên ku herî zêde dihat behskirin ew bû, ku erdhej ji ber ceribandina çekê bi navê HARP çêbûye! Ma rastiya vê yekê heye? Yan erdhej xwezayî bû, we di vê derbarê ti lêkolîn kirin?

Konsulê Tirkiyê: Tirkiye li ser herêmeke aktîf a erdhejê ye, sê xetên erdhejê yên sereke hene, ew jî li rojhilat, bakur û rojavayê Anadoluyê ne. Li gorî lihevhatina zanyaran, ev erdhejek xwezayî bû,.

Tirkiye di warê lêkolînên zanistî û akademîk de, welatekî gihîştî ye. 12 sal in bernameya me ya lêkolîna erdhejê ya neteweyî heye. Di vê çarçoveyê de em li ser erdnasî, zanistên civakî û zanistên endezyariyê dixebitin û dîsîplîn û beşên wan tînin cem hev. Ji ber vê yekê, em gihîştin wê encamê ku nexşeyek xetera erdhejê heye û ew ji sala 2019an ve tê nûkirin.

Weke ku min behs kir zanîngeh, saziyên civaka sivîl û saziyên fermî jî tê de beşdar in, ev jî berhema gelek hewldanan e. Ger em li vê planê binerin, piştî erdheja mezin a Marmarayê ya sala 1999’an, Tirkiyê girîngiyeke mezin daye lêkolîna erdhejê, îhtîmal û encamên erdhejê hatine lêkolînkirin. Ji ber vê yekê ev erdhej xwezayî ye û eger xemgîn be jî, mixabin di jiyana me de rastiyek e û divê em her dem ji wê re amade bin.

Kurdistan24: Eger ez pirsa avadankirina herêmê ji we bikim, ez dizanim heta niha lêpirsîn bi zêdetirî 131 kontraktor re hatine kirin, gelo bi rastî sextekarî di avadankirinê de hatiye kirin?

Konsulê Tirkiyê: Em jî li medyayê dibînin ku nûçeya lêpirsînan û heta girtina hinek kesên ku dixwestin birevin hatine belavkirin. Bi ya min divê em di destpêkê de baldar bin ku Tirkiye yan jî devera erdhejê li ser xeteke bihêz a erdhejê ye û li nêzîkî xetê hinek deverên avê hene. Mixabin, vê yek jî ziyanên karesatê zêde kirin.

Li gor wê jî, xuya ye ku xizmetguzariyên endezyariyê ne guncaw bûn û di kar de hinek xeletî hebûn û ew hatin tomarkirin, wek ku min got, lêpirsîn bi hin kesan re hatine kirin û hinek jî hatine girtin. Lê belê ji ber ku erdhej di van demên dawî de pêk hatiye, pêwîst e lêkolîn bê kirin û her xeletek hebe jî bê tespîtkirin, gumana me nîne ku kesên berpirsyar piştî darizandinê dê bên cezakirin.

Kurdistan24: Hûn dizanin ku yekser piştî erdhejê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û xelkê sivîl alîkarî kom kirin û şandin Tirkiyê, nirxandina we li ser vê yekê çi ye?

Konsulê Tirkiyê: Beriya her tiştî, ev karek e ku mafê cîrantiyê ye, cîran di demên zehmet de alîkariya hev dikin. Em bi Tirkî dibêjin: “Rojek tê, cîran hewceyî axê cîranê xwe dibe.” Di demên krîzê de, hevalên rast diyar dibin. Piştî vê erdhejê ji çar aliyê cîhanê ji tîmên rizgarkirinê heta tîmên tenduristiyê û alîkariyên mirovî alîkarî hatin Tirkiyê. Gelek welatan alîkariya me kirin.

Tiştê ku di nava vê xemgîniyê de em dilxweş kirin jî ew bû ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê yek ji wan kesan bû ku alîkariya me kir û em bi rastî ev li cem me cihê pêzanînê ye. Xelkê vê derê, ev yek weke erkekî mirovî dît, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, saziyên fermî, parêzgeh, qeymeqamî, rêxistinên civaka sivîl û hemû kes ji bo alîkariya Tirkiyê ketin rêzê.

Dixwazim tekez li ser vê yekê bikim ku roja Înê li seranserê herêmê ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane nimêja xiyabî hat kirin û ev yek jî cihê pesindayînê ye. Wek min gotî, em spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ji ber ku ew yek ji wan kesên ku di serî de alîkariya me kirin, gelê Tirkiyê jî dilsoz e û vê yekê tu carî ji bîr nake.

Kurdistan24: Her wiha birêz Serokomar got: Em pêşwazî li wan alîkariyê dikin. Bi nêrîna we piştî erdhejê pêwendiyên we bi Herêma Kurdistanê re dê bihêztir bibin?

Konsulê Tirkiyê: Em alîkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, baş dibînin. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana navçeyên erdhejê û mexdûran kir û got: “Em hevbeşê xema wan in.” ev yek cihê pesindayînê ye. Di warê geştyarî, perwerde, tenduristî, bazirganî û ewlehiyê de pêwendiyên me yên rasterast bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hene û di pêşerojê de jî kar dikin ji bo guftûgo û karên hevbeş zêdetir bi pêş ve biçin.

Kurdistan24: Eger em behsa pêwendiyên we yên derve bikin. Piştî vê erdhejê, pêwendiyên we dê bi rengekî nû bibin, an jî ji nû ve dê werin saz kirin. wek mînak, Wezîrê Derve yê Yûnanîstanê dema ku serdana herêmên erdhejê kiriye got: Ji bo asayîkirina pêwendiyên me, pêwîstiya me bi erdhejeke din nîne! Nêrîna we li ser vê yekê çi ye?

Konsulê Tirkiyê: Ez dixwazim bibêjim ku Tirkiye welatek e ku li her dera cîhanê, çi li welatên cîran û çi jî li erdnîgariyên dûr, li her cihê ku karesatek xwezayî an jî krîzek çêbibe, bi hawara xelkê ve diçe. Tiştê ku em îro ji cîhanê di warê hevkarî, piştgirî û şîretan de dibînin, nîşan dide ku me çiqasî rast kiriye, ev jî nîşan dide ku Tirkiye li cîhanê çiqas dost û hezkirî ye. Piştî erdhejê 101 welatan pêşniyara alîkariyê pêşkêşî me kirin û tîm û xebatkarên 75 welatan hîn jî li herêmê kar dikin.

Bi dîtina min ev encama hevkariya Tirkiyeyê ye. Derbarê pêwendiyên Tirkiyeyê de jî helbet erdhej û felaketên xwezayî jî dê bandorê li pêwendiyan bike. Wek min berê jî got, cîran di dema krîzê de alîkariya hevdu dikin, li cîhanê û li Tirkiyê mînakên hevkariyê hene, wek mînak di sala 1999an de li Tirkiye û Yûnanistanê erdhejek pêk hat û her du welatan helwest girtin û alîkariya hev kirin û ev yek bû sedem ku pêwendiyan wan biçin qonaxeke din.

Lê ez naxwazim wê bi siyasetê re tevlîhev bikim, ji ber ku ew rewşek mirovî ye û her kes berpirsiyariya xwe digire ser xwe û hewl dide alîkariyê bike. Derbarê bandora rewşê li ser pêwendiyên me yên bi Yûnanîstan û welatên din re, em ê bi demê re bizanibin. Dixwazim bibêjim ku Ermenistan û Îsraîl jî di nav wan welatan de bûn ku alîkariya me kirin, berî du rojan Wezîrê Derve yê Îsraîlê li Tirkiyê bû û tevgerek wiha kir. Lê wek min berê jî got, berî her tiştî, ev rewşek mirovî ye û bi baweriya min divê ji pêwendiyên siyasî dûr bê girtin.

Kurdistan24: Alîkariya navdewletî bi qasî ku we hêvî dikir bû? Ji ber ku Tirkiye endamê NATOyê ye, bi Rûsya û Îsraîl re jî pêwendiyên we ên baş hene, gelo ev hevkarî bi qasî hêviyên we bûn?

Konsulê Tirkiyê: Ya rast, ev ne tiştekî sosret e, wek min gotiye, 101 welatan alîkarî şandin, ev jimareke mezin e û wan dixwestin alîkariya Tirkiyê bikin û piraniya wan jî alîkariya me kirin. Ev jî ji wê yekê tê ku Tirkiye di navbera welat û pêgehên cuda de piran çêdike, Tirkiye di navbera herdu aliyên ku bi hev re naaxivin diyalogê çêdike û di heman demê de pêwendiyên xwe bi pêş dixe. Ji ber vê yekê ne seyr e ku Tirkiye alîkariyên wiha yên berfireh werdigire.

Kurdistan24: Eger em behsa karûbarên navxweyî yên Tirkiyê bikin, gelo erdhejê aliyên siyasî li hev kom kirin, yan zêdetir parçe kir?

Konsulê Tirkiyê: Ji ber ku erdhej felaketeke gelek xemgîn bû, li Tirkiyê hemû gel, partî û nêrînên cuda anîn cem hev. Di civakê de yekîtiyeke xurt çêkir. Her kesî bêyî ku cudahiya xwe hebe, ji bo bicihanîna erkên xwe yên mirovî û kêmkirina êş û azaran, çi ji destê wan hat kirin û ev helwesteke nimûneyî bû.

Mînak şeva Çarşemê, 213 kenalên ji sê welatên cuda weşana zindî dikirin û 115 milyar lîreyên Tirkî berhev kirin. Ev tê wê wateyê ku her kesî tiştê di destê wî hat, kir, armanca wan hemûyan jî kêmkirina êş û azaran bû, ez vê helwesteke pir erênî û nimûneyî dibînim.

Kurdistan24: Piştî erdhejê, di her du rojên destpêkê de hin alî hebûn behsa hilbijartinan dikirin, bi dîtina we hilbijartin dê di 14ê Gulanê de were kirin?

Konsulê Tirkiyê: Derbarê hilbijartinan de jî dîrokek diyarkirî nîne, bi baweriya min her kes bi karesata erdhejê re mijûl e, gengeşî li aliyekê hatine danîn û xelk bi giştî êşeke wan heye û li ser wê yekê difikirin ku çawa vê êşê derman bikin. Hemû jî ji bo vê yekê hewl didin. Armanca me niha tenê diyarkirina asta ziyanan û kêmkirina azaran e, piştre eger dema wê hat em dikarin li ser hilbijartinan û mijarên din bisekinin. Bi rastî ez vê nîqaşê di vê rewşê de guncaw nabînim.

Kurdistan24: Weke pirsiyara dawî ez dixwazim pirseke kesî ji te bikim, di dema erdhejê de hûn li vir bûn, we çawa zanî, hesta we çawa bû, çi bîranînên we hene ku hûn ti carî ji bîr nakin? Ez ê kêfxweş bibim ku hûn bi kurtî li ser wê biaxivin?

Konsulê Tirkiyê: Di rastiyê de, ez çend rojan wek molet li Tirkiyê bûm, dema erdhej rû daye, ez li Edeneyê bûm ku yek ji 10 parêzgehan e bandora li erdhejê bihêz bû. Em danê sibehê demjimêr 4, bi hêza erdhejê ji xewê şiyar bûm û bi malbata xwe re derketin kolanê, piştre erdhejeke din çêbû. Dîsa di heman rojê de piştî nîvro erdhejek bi hêza 7,6 pile pêk hat. Her çendî bandora erdhejê li gorî parêzgehên din kêmtir bû, lê mixabin vê yekê jî xelk şaş kir. Di sala 1998'an de li Edeneyê erdhejeke din a bi hêza 6,3 rû dabû. Erdhej felaket in, lê di heman demê de rastiya jiyana me ne û ez difikirim ku divê em her dem ji vê re amade bin.

Kurdistan24: Tiştekî ku tu qet ji bîra we naçe?

Konsulê Tirkiyê: Min got ku kesên li vir bi hemû derfetên xwe alîkariya Tirkiyeyê kirin, ez dikarim du tiştên ku ez hîn bûme bibêjim: Li Silêmaniyê pîrejinekê ku mûçe wergirtibû, got ku bila ev ji mexdûrên erdhejê re bibin. Li Hewlêrê jî alîkarî dihat komkirin û hevalên me li wir bûn, keçeke biçûk ku temenê wê heft salî bû û navê wê Dîna bû hat alîkarî pêşkêş kir. Me dizanî ku di nava gelê Herêma Kurdistanê de hezkirina ji bo Tirkiyê heye, lê bi vê erdhejê û vê faktora bi êş re, me ev yek careke din dît. Ji ber wê jî spasiya gelê Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistinên civaka sivîl dikim ku piştî karesata erdhejê alîkariya me kirin û bi lez dest bi kampanyayan kirin, ez gelekî spasiya wan dikim.

Kurdistan24: Em careke din sersaxiyê dixwazin û ji bo vê derfetê spasiya we dikin.

Konsulê Tirkiyê: Ez jî spasiya we dikim.