Abdullah Keskîn li ser qedexeya malpera Avestayê: Ev tenê li hember Kurdî tê kirin

Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn derbarê qedexekirina malpera weşanxaneyê ji aliyê Dadgeha Enqerê ve, ragihand: “Ev tenê li vî welatî dikare ji bo Kurdî bibe, meriv nikare ji bo Tirkî, ji bo zimanekî din mînakek wisa bibîne.”

Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn
Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn

Hewlêr (K24) – Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn derbarê qedexekirina malpera weşanxaneyê ji aliyê Dadgeha Enqerê ve, ragihand: “Ev tenê li vî welatî dikare ji bo Kurdî bibe, meriv nikare ji bo Tirkî, ji bo zimanekî din mînakek wisa bibîne.”

Abdullah Keskîn ji Kurdistan24ê re ragihand, ew ji ber biryara dadgehê ya derbarê girtina malpera weşanxaneyê de mat maye û got: “Ji ber ku mînaka vê yekê, ne li Tirkiye û ne jî li welatekî din tune. Di malpera weşanxaneyê de nûçe tune ne, nirxandinên siyasî tune ne, tenê agahiyên kitêbên ku em derdixin hene, bergên wan û danasîna nivîskar û berheman heye.”

Keskîn li ser hewlên weşanxaneyê yên ji bo vekirina malperê diyar kir: “Parêzer amadekariyê dikin, sibe dê îtîraz bikin. Em hêvîdar in ku ev rabe, ji ber ku mînakeke din tune ye. Di van sê salên dawî de, mixabin derdora 16 kitêbên me hatin qedexekirin, li wan îtîrazên me jî nehatin qebûlkirin, lê ev cihê ye, ev malper e, tenê ji bo nasandina kitêban e.”

Xwediyê Weşanxaneya Avestayê destnîşan dike ku biryareke wisa, ne mimkun e ku derbarê weşanxaneyeke Tirk de were dayîn û got: “Ev tenê li vî welatî dikare ji bo Kurdî bibe, meriv nikare ji bo Tirkî, ji bo zimanekî din mînakek wisa nîşan bide. Ev jî nîşan dide ku çiqas di hin waran de teknolojî pêş bikeve, qanûn bên guhertin, nihêrtina dewletê li kultur û nasnameya Kurdî, li zimanê Kurdî bi giştî, nayê guhertin.”