Wezareta Derve ya Amerîkayê bo K24: Em pêşwazî li rêkeftina Hewlêr û Bexdayê dikin
Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel tekezî li ser girîngiya rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê dike.

Hewlêr (K24) – Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel tekezî li ser girîngiya rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê dike û wek encama karê giran ê serkirdeyên Iraqê bi nav dike, ku roja Sêşemê 4ê Nîsana 2023an hat îmzekirin.
Karvedanên li ser asta navxwe û derve yên li hember rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê li ser destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo bazarên derve, didomin.
Li ser girîngiya vê rêkeftinê, Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel li ser pirsyara Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, ew pêşwazî li vê rêkeftinê navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ev rêkeftin encama karê giran ê serkirdeyên wî welatî bû di dema borî de, ku berjewendiya xelkê Iraqê kirine karê li pêşiya her tiştî.
Vedant Patel di daxuyaniya xwe de tekezî li ser wê yekê kiriye ku Washington pêşwazî li rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê dike ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya kompaniya Somo bo bazarên cîhanê.
Roja Sêşemê 4ê Nîsana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê kir û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hat pêşwazîkirin, piştre bi amadebûna herdu aliyan, di merasîmekê de rêkeftina destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî hevbeş, hat îmzekirin.