Rûmal

Barbara Leaf bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em piştevaniya cîbicîkirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê dikin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêwendiyeke telefonî ji Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Barbara Leaf wergirt.

Hewlêr (K24) – Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Barbara Leaf di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahiya îmzekirina rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya derbarê hinardekirina petrola Herêmê li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Îro Înê 7ê Nîsana 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêwendiyeke telefonî ji Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Barbara Leaf wergirt.

Di pwendiyê de Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Barbara Leaf pîrozbahî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir bi boneya îmzekirina rêkeftina vê dawiyê ya li ser hinardekirina petrolê ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û piştevaniya Amerîkayê ji bo cîbicîkirina temamê rêkeftinê nîşan da û ragihand, ev ji bo hemû Iraqê serkeftin e.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir û ragihand, ev pêşketina ligel Hikûmeta Iraqê bi serokatiya Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî hatiye holê, bingeha serdemeke nû ya hevahengiya demdirêj a navbera Hewlêr û Bexdayê tê dîtin.

Her di vê pêwendiyê de behsa guherîn û pêşhatên siyasî yên herî dawî û çend mijarên cihê girîngiya hevbeşiya navbera herdu aliyan hat kirin.