MAN City bi encameke “baş” ji meydana Real Madridê derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Manchester Cityê di pêşbirka yekem a nîv-fînala Champions League de bi encameke baş ji yarîgeha mêvandara xwe Real Madrîd (1 - 1) vegeriya.

Şeva borî di gera çûnê ya qonaxa nîv-fînala Champions League de, Real Madrid li stadyuma Santiago Bernabeu pêşwazî li Manchester City kir û pêşbirk bi encama (1 – 1) bi dawî bû.

Êrîşberê Brezîlî Vinicius Junior gola Real madrid di xuleka (36) de, bi lêdaneke bihêz ji derveyî qada cezayan ve tomar kir.

Stêrkê Belçîkî Kevin De Bruyne jî di xuleka (67) de gola yeksaniyê bi “mûşekekê” bersiv da.

Roja Çarşemê 17ê Gulanê li yarîgeha “El-Ittihad” a bajarê Manchesterê dê pêşbirka gera vegerê ya her du tîman were lîstin.