Kiliçdaroglu daxuyaniyek belav kir
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Namzedê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu ragihand: “Heta rapora sindoqê ya îmzekirî ya dawî neyê dayîn, çi dibe bila bibe, ti carî ji sindoqan dernekevin.”
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Namzedê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu ragihand: “Heta rapora sindoqê ya îmzekirî ya dawî neyê dayîn, çi dibe bila bibe, ti carî ji sindoqan dernekevin.”
Piştî ku pêvajoya hilbijartinê bi dawî bû û sindoqên dengdanê hatin girtin, namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu daxuyaniyek da.
Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez bang li lehengên me yên demokrasiyê dikim. Heta ku rapora sindoqê ya bi îmzekirî ya dawî neyê radestkirin, tu carî ji sindoqan dernekevin, çi dibe bila bibe. Nîşandana tam û rast a vîna gel bi biryardariya we ve girêdayî ye. Hûn dê bibînin, ev dê hêjayî westandina we be.”
Demokrasi kahramanlarımıza seslenmek istiyorum. İmzalı son sandık tutanağı teslim edilene kadar, ne olursa olsun asla sandıkların başından ayrılmayın. Millet iradesinin tam ve doğru biçimde tecelli etmesi sizin kararlılığınıza bağlı. Göreceksiniz, yorgunluğunuza değecek. 🫶🏼
— Kemal Kılıçdaroğlu (@kilicdarogluk) May 14, 2023