Mesrûr Barzanî: Li Bexdayê me pêdagirî li ser mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana avahiya Parêzgeha Hewlêrê kir û ligel Wezîrên Navxwe û Şaredariyan, Parêzgar Umêd Xoşnaw û rêveberên giştî yên parêzgehê civiya û niha jî konferanseke rojnamevanî lidar dixe.

Beşek ji axaftinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

- Barîna baraneke zêde di demeke pir kurt de, sedemeke sereke ya karesata sirûştî ya van çend rojên borî ya Hewlêrê bû.
- Tiştê ku cihê dilxweşiyê ye, hevahengiya di navbera hêzên ewlehiyê û xelkê bajarê Hewlêrê de bû.
- Ji bo dûrbûna ji her bûyereke nexwestî, ez daxwazê ji welatiyan dikim ku pabendî rênimayiyên hikûmetê bin.
- Beşek ji pirsgirêkan ji ber krîza darayî çêbûne, ku mixabin di dema borî de ji bo Herêma Kurdistanê hatine dirustkirin.
- Em ê hemû hewla xwe bidin ji bo kêmkirina ziyanan û pêşkêşkirina xizmetguzariyên herî baş bo welatiyên xwe.
- Mûçe bi tena serê xwe ji bo xizmetkirina welatiyan ne bes e; ji bo em bikarin bêtir xizmeta welatiyan bikin, pêwîstiya me bi budceyeke guncaw heye.
- Li Bexdayê me pêdagirî li ser mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kiriye.
- Piştî nirxandina ziyanan, em ê hewl bidin qerebûya ziyanlêketiyan bikin.