Hafize Gaye Erkan bû Seroka Banka Navendî ya Tirkiyê
Hafize Gaye Erkan bû yekem seroka jin a Banka Navendî ya Komara Tirkiyê (TCMB).
Navenda Nûçeyan (K24) - Hafize Gaye Erkan bû yekem seroka jin a Banka Navendî ya Komara Tirkiyê (TCMB).
Biryara erkdardarkirina Hafize Gaye Erkan bi îmzeya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de hat weşandin.
Ev cara yekem e di dîroka Tirkiyê de jinek dibe Seroka Banka Navendî ya Komara Tirkiyê (TCMB).
HAFÎZE GAYE ERKAN KÎ YE?
Di sala 1982yan da li Stenbolê hat dinyayê piştî ku Lîseya Lawan a Stenbolê qedand di sala 2001ê da Endezyariya Endustriyê li Zanîngeha Bogazîçiyê qedand.
Perwerdehiya xwe li Amerîkayê domand û di sala 2005an da li Zanîngeha Princetonê doktoraya xwe temam kir û li Harvard Business Schoolê jî di qada lîderiyê da du bernameyên perwerdehiyê temam kir.
Di sala 2005an da li Goldman Sachsê dest bi wezîfeyê kir û qasî 9 salan di qada rêvebirina bîlançoyê, testa stresê, plankirina sermayeyê, rêvebirina rîskê, şirîkatî û kirînê dan ji lijne û rêveberiyên payebilind ên şirketan ra şêwirmendî kir.
Hafîze Gaye Erkan ku di sala 2014an da li Fîrst Republîc Bankê dest bi kar kir, li vir di nava 8 salan da weke hevseroka lijneya îcrayê (Co-CEO), serok, endama lijneya rêvebiriyê, dîrektora veberhênanê, dîrektora mewduatê û hevdîrektora rîskê erkdar bû.
Erkan di Tîffany & Coya şirketa mucewheran da ku navenda wê Amerîka ye 2 sal dibe endama lijneya rêvebiriyê û di 2022yan da di lijneya rêvebiriya şirketa Marsh McLennanê da ku li Fortune 500î ye, cî digire.
Li gorî lêkolîna San Francîsco Busîness Tîmesê ya di 2018an da Hafîze Gaye Erkan dibe jina yekem ya ji 40 salî biçûktir ku li Amerîkayê di 100 bankeyên herî mezin da dibe serok yan jî CEO. Di heman salê da Hafîze Gaye Erkan di "Lîsteya 40 û 40 Salî Biçûktir" ya San Francîsco Busîness Tîmesê da û di "Lîsteya 40 û 40 Salî Biçûktir" ya Craîn New York Busînessê da cî digire.
Hafîze Gaye Erkan di 2019an da dikeve "Lîsteya Jinên Girîng ya Sektora Banke û Fînansê" ya Craîn'sê û "Lîsteya Jinên Divê Bên Şopandin" ya Amerîcan Bankerê.
Erkana ku di warê bankevanî, veberhênan, rêvebiriya rîskê, teknolojî û înovasyona dijîtal da pispor e li Konseya Şêwrê ya Beşa Endezyariya Fînansê û Lêkolînê ya Zanîngeha Prîncetonê xebitiye.