Li parêzgeha Erziromê erdhejk bi pileya 4.6 rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê erdhejke bi pileya 4.6 rû da.
Navenda Rewşa Afet û Lezgîn a Tirkiyê ragihand, îro demjimêr 10:41 erdhejke bi pileya 4.6 li bajarokê Ezîziyê yê li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê rû da.
Erdhej li Erzirom û derdora wê 7 kîlometre di bin erdê de rû da.
Ev di demekê de ye, îro danê sibê du erdhejên bi lerza 4.2 û 4.0 li parêzgehên Aydn û Edeneyê rû dabûn.