Dolar rekoreke nû li hember lîreya Tirkî tomar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Dolarê Amerîkî li hember lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir û her dolarek nirxê wê gihîşt 23.76 lîre.

Di destpêka vê hefteyê de, dolar rekoreke nû li hember lîreya Tirkî tomar kir. Lîreya Tirkî nirxê xwe îro jî ji % 1 jidest dest da û dolarekî Amerîkî gihişte 23.76 lîreyê. Tê çaverekirin ku jidestdana nirxê lîreyê di nava rojê de berdewam be.

Hefteya borî Rêveberiya Banka Navendî ya Tirkiyê hatibû guhertin û îro yekemîn destbikarbûna fermî ya Seroka nû Hafîze Gaye Erkan e û tê çaverekirin ku di serdema rêveberiya wê de faîz werin zêdekirin û bi vê siyasetê nirxê lîreyê were parastin.

Lîreya Tirkî ji ber siyaseta kêmkirina faîzan nirxê xwe li gor sala borî ji sedî 38 jidest daye.