Deynên welatiyên Tirkiyê li bankeyan ji sedî 82 zêde bûye

Deynên welatiyên Tirkiyê li bankeyan di nava salekê de bi rêjeya %82 zêde bûye, bi giştî xercyên deynên kartên krediyê bo 2 trilyon û 87 milyar lîre bilind bûye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Deynên welatiyên Tirkiyê li bankeyan di nava salekê de bi rêjeya %82 zêde bûye, bi giştî xercyên deynên kartên krediyê bo 2 trilyon û 87 milyar lîre bilind bûye.

Li gor datayên Dezgeha Rêkxistin û Çavdêriya Bankeyan (BDDK) di sala borî de ew deynên ku welatiyên Tirkiyê ji bankeyan wergirtine, nêzîkî 500 milyar lîre zêde bûye û ji 878 milyar lîre bo 1 trilyon û 366 milyar lîre zêde bûye.

Xerciyên karta bankayê ya takekesî bi rêjeya ji sedî 172 zêde bûye û ji 265 milyar lîre bo 721 milyar lîre bilind bûye.

Herwiha li gor datayan, hejmara kesên ku krediyê bi kar tînin, di sala borî de 2.1 milyon kes zêde bûye û gihîştiye 38.5 milyon kesan.