Dolarê Amerîkî sînorê 26 lîreyan derbas kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Dolarê Amerîkî li hember lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir û her dolarek nirxê wê gihîşt zêdetir ji 26 lîreyan.
Lîreya Tirkî piştî hilbijartinên Tirkiyê berdewam nirxê xwe kêm dike û îro jî ji sedî 3 nirxê xwe kêm kir.
Nirxê dolarekî Amerîkî di nava rojê de 26 lîreyê derbas kir û bû 26.045 lîre.
Her wiha euro jî bû 28.5 lîre û her grameke zêr jî bû 1 hezar û 617 lîre.