Mehmet Şîmşek: Yedega Banka Navendî ya Tirkiyê zêde bûye

Wezîrê Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şîmşek ragihand ku wan ji bo bihêzkirina yedegên dirav ên Banka Navendî ya Tirkiyê lez dane xebatên dabînkirina çavkaniyên derve.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şîmşek ragihand ku wan ji bo bihêzkirina yedegên dirav ên Banka Navendî ya Tirkiyê lez dane xebatên dabînkirina çavkaniyên derve û got: “Yedegên navdewletî hefteya borî bi zêdebûna 8.5 milyar dolarî rekora xwe dîrokî ya heftane tomar kir.”

Mehmet Şîmşek roja Sêşemê 27ê Hezîrana 2023an li ser hesaba xwe ya medyaya civakî derbarê rewşa aboriya Tirkiyê û yedegên Banka Navendî ya Tirkiyê de daxuyaniyek belav kir.

Şîmşek ragihand ku di hefteyeke dawî de yedegên dirav ên Banka Navendî ya Tirkiyê bi zêdebûna 8.5 milyar dolarî rekora xwe dîrokî ya heftiyane tomar kiriye.

Şîmşek da zanîn ku wan ji bo bihêzkirina yedegên Banka Navendî ya Tirkiyê lez dane xebatên dabînkirina çavkaniyên derve û got “Vegerîna bo polîtîkayên rasyonel dê pêngav bi pêngav berdewam bike.”

Wezîrê Darayî yê Tirkiyê herwiha got ew dê girîngiyê bidin bikaranîna lîreyê Tirkî jî û got: “Di vê çarçoveyê de em dê stopaja piştevaniyê ya razandina pereyên xwe bi lîreyên tirkî di banekeyan de ya li gor nirxê dirav heta dawiya salê dirêj bikin.”

Daketina lîreyê Tirkî li hember dolar û diravên biyanî berdewam e û yek dolarê amerîkî niha 26 lîreyên tirkî derbas kiriye. Di demekê de ku ev rewş bandorek nerênî li ser aboriya Tirkiyê û bihayê kelûpelan dike berpirsên aboriya Tirkiyê, ji bo sererastkirina vê rewşa aborî dest bi hewildanan kirine.

Opozîsyon behsa wê yekê dike ku yek ji sedemên sereke yên daketina nirxê lîreyê Tirkî ew e ku yedegên banka navendî hemû hatine xerckirin û niha di jêr sifrê de ne.

Wezîrê Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şîmeşek ji bo dabînkirina çavakaniyên derve  û bihêzkirina yedegên Banka Navendî dest bi serdana welatan kiriye. Di vê çarçoveyê de hefteya borî ligel Cîgirê Serokomarê Tirkiyê serdana Îmaratê kiribûn.

Fly Erbil Advertisment