Xwendekareke Kurd li Rûsyayê madalyaya zêrîn wergirt
Navenda Nûçeyan (K24) – Xwendekareke Kurd ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ya Rûsyayê ve bi madalyaya zêrîn hat xelatkirin.
Peyamnêrê K24ê li Moskoyê ragihand, xwendekara Kurd Lîna Şêrzad Hemedemîn ku di xwendin xwe de pileya yekem li ser asta Moskoyê bidest xist, ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Rûsyayê ve bi madalyaya zêrîn hat xelatkirin.
Peyamnêrê me da zanîn jî, ji bilî wergirtina madalya û xelatan, kursiyeke xwendinê li zanîngeha bilind a aborî ya Rûsyayê, bêberamber ji bo wê keça Kurd hat dabînkirin.

