Mark Rutte ji Şahê Holandayê daxwaz kir ku hikûmetê hilweşîne

Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte bi fermî daxwaziya hilweşandina hikûmeta xwe danî ber Şahê Holandayê Willem-Alexander û tê çaverêkirin ku sibe yekşemê şah û serokwezîr ji bo vê mebestê bicivin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte bi fermî daxwaziya hilweşandina hikûmeta xwe danî ber Şahê Holandayê Willem-Alexander û tê çaverêkirin ku sibe yekşemê şah û serokwezîr ji bo vê mebestê bicivin.

Li gor ajansa AFPê, Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte diyar kiriye ku roja yekşemê dê ligel şah bicive û sedema têkçûna hevpeymaniya xwe ya çaralî ya li hember mijara koçberan eşkere bike.

Partiya Mark Rutte li ser diyarkirina planek bo bihêzkirina sînorên Holandayê û mijara gihandina penaber û malbatên wan bi hev ve têk çû û ev jî bû sedema hilweşandina hikûmeta Holandayê.

Mark Rutte di dîroka Holandayê de xwedî dema herî dirêj a serokatiyê ye û ji sala 2010an ve Serokwezîrê Holandayê ye.

Li gor amaran, hejmara daxwazên ji bo mafê penaberiyê li Holandayê bi rêjeya sê qat li gor sala borî zêde bûye ku gihiştiye 46 hezar kesan û tê pêşbînîkirin ku îsal bigihe 70 hezar kesan ku ev jî ji wê hejmara rekor a sala 2015an, zêdetir e.