Kabîneya Nehem.. Hikûmeta elektronî û dîjîtalkirina xizmetguzariyan

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka destbikarkirinê ve pêngavên baş avêtine, ku yek ji wan xetên sereke yên werçerxana dîjîtalkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.

Hewlêr (K24) – Îdareya elektronî, hikûmeta elektronî û hikûmeta hişmend, sê xelekên sereke yên hikûmeta dîjîtalî ne û welatên pêşketî ji bo vê yekê qonax bi qonax gav avêtine, ev jî di karname û karên çar salên borî yên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de reng daye.

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka destbikarkirinê ve pêngavên baş avêtine, ku yek ji wan xetên sereke yên werçerxana dîjîtalkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû, ji bo vê mebestê jî vîzyoneke sereke heta sala 2025an dariştiye, ku armanca wê, heta dawiya wê salê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibe yek ji hikûmetên dîjîtal li ser asta Rojhilata Navîn û Kendavê.

Ji bo vê mebestê jî, bi planeke stratejîk kar li ser bingehên hikumraniya dîjîtal ji aliyê endezyarî û jêrxan û teknolojiya zanyariyê ve kar li ser xetên giştî yên vê proseyê kiriye, herwiha ji bo cîbicîkirina vê planê jî, amadekarî kiriye di rahênan û amadesaziya vê sermayeya mirovî de ku li Herêmê heye û piştre jî ji bo asayîş û parastina data û zanyariyan, hewla desteberkirina çavkaniya komkirina zanyariyên xurt û serdemî daye.

Herwiha yek ji karên sereke yên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dirustkirina domaina KRD bû, ku tenê domaina Kurdî ye û di cîhana elektronîk de nûnertiya gelê Kurdistanê dike.

Tevî wê, dirustkirina datacenter a navendî ya hikûmetê ji aliyê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, ku dibe cihekî navendî ji bo komkirin û pêşkêşkirina xizmetguzariyan bi awayekî giştî û nêzîkî 400 xizmetguzariyan li xwe digre.

Herwiha çendîn sîstemên din di Kabîneya Nehem de hatine dirustkirin ji bo xizmetkirina welatiyan ku ji wan herî diyar ev in:

-       Sîstema zanyariyên nişteciyan

-       Sîstema birêvebirina û dayîna vîzeyê

-       Sîstema birêvebirina hatin û çûna li ser sînoran

-       Sîstema tomara niştimanî ya ragirtiyan

-       Sîstema tomarkirina saziyên bazirganî

-       Sîstema birêvebirina lîsteya mûçeyan

-       Sîstema forma dîjîtalî

-       Sîstema nûkirina zanyariyan

-       Sîstema piştrakirina navendî

-       Sîstema giliyên welatiyan

-       Sîstema birêvebirina yekeyên îdarî

-       Sîstema yekeyên jimêryarî

-       Sîstema piştgiriya ximzetên elektronî

-       Sîstema zanyariyên bîometrî

-       Sîstema nasîna şofêrê taksiyê

Ji bilî van, çendîn sîstemên din di qonaxên dirustkirinê de ne û di dema bê de diçin qonaxa cîbicîkirinê, wek:

-       Platforma komkirina zanyariyên projeya Hejmara Min

-       Malpera zanyariyên projeya Hejmara Min

-       Sîstema birêvebirina nivîsan

-       Sîstema bacdarên mezin

-       Sîstema Hec û Umreyê

-       Sîstema komkirina zanyariyên baca zevî û xaniyan

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi girîngîdana teknolojiya modern dixwaze bikaranîna xizmetguzariyan ji aliyê welatiyan ve hêsan û bilez bibe û proseya kaxizkariyê nehêle, herwiha aktîvbûna saziyan di xizmetkirina berjwendiyên giştî de bilid bike.

Ji bo vê mebestê jî, beşeke mezin a karê wezaret û saziyên hikûmetê, di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi elektronî hatiye kirin û bi rêya Fermangeha Teknolojiya Zanyariyê û Ofîsa Taybet a Serokwezîr ve hêsankarî ji bo vê proseyê hatiye kirin û pêwîstî ji aliyê teknolojî û rahênanê ve, ji bo wan kesên di vî warî de kar dikin, hatiye rêkxistin.

Herwiha çendîn sektorên girîng di xizmetguzariyên rojane de bi elektronî hatiye kirin ku hêsankarkiya mezin ji bo welatiyan kiriye, ji wan sîstema derkirin û nûkirina destûra şofêriyê û pêkanîn karûbarên fermangehên dadnûsiyê û sîstema kontrolkirina xerciyên hikûmetê û sîstema vîzeya elektronî, sîstema tomara bazirganî û çendîn warên din.