Li Tirkiye û Bakur roj bi roj bihayên kelûpelan zêde dibin

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, li gel germa zêde ya havînê, giranbûyîna kel û pelan û bacên giranin ku li ser welatiyan bandorên giran yên neyînî çêdikin.

Diyarbekir (K24) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, li gel germa zêde ya havînê, giranbûyîna kel û pelan û bacên giranin ku li ser welatiyan bandorên giran yên neyînî çêdikin. Bac û xercên ku di nav mehekî de hatine danîn, giranbûyîna sotemeniyê ji %55 û  bi bandora bilindbûyîna dolar û dovîz jî, her roj bihayê xizmetan û kel û pelan giran dibin. Hem ew giranbûyîna ku bê ser û bere hem jî bac û xercên ku tên wergirtin bûne sedema nakokiyên hiqûqî.

Di nav mehekê de li Tirkiyê û Bakur, bihayê sotemeniyê ji 19-20 lîreyî, derketiye 34-35 lîre, nirxê dolar ji 22-23 lîre derketiye 27 lireyî. Ji aliyê din de jî bacên ku li ser berheman e jî hatin guhartin û zêde kirin. Ew jî bûye sedem ku her roj bihayê her tiştekî bi bihayekî zêdetir bibe.

Karsaz û aborînas balê dikşînin ku Tirkiye xwediyê çavkaniyên enerjiyê nîn e û muhtacî kirîna wan e, lê Tirkiyê aboriya xwe bi polîtîqayên xelet kiriye rewşeke giran. Ji bo ku vê rewşê biguhêre jî divê wek hiqûqî û demokrasi bibe welatekî guncav yê razemeniyan.

Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê Mehmet Kaya ji K24ê re diyar kir: “Gaz û nefta Tirkiyê tune ye. Tirkiye, hevsengiya aboriya xwe li ser tiştên ku hildiberîne û difroşe, li ser sermiyanên biyanî ku razemeniyan dikirin û bi wergirtina bacan dikaribû biparêze. Ew jî bi pêwendiyên baş yên bi cîran re, bi rewşa aram ya navxweyî re û bi plansaziyên baş yên aborî ve dihat parastin. Lê niha bi polîtîqayên xelet ew hemahengi û hevsengiya aborî têkçûye û di encamê de jî hemû bar bi rêya bacê li welatîyan tê barkirin. Divê îsraf û xercên zêde bên kêmkirin, pêwendiyên navdewletî û naxweyî bên başkirin da ku çareserî peyda bibin, heger di warê hiqûqî û demokratik de, guhêrînên bingehîn neyên kirin, dirustkirina vê rewşê jî zehmet e.”

Ji aliyê din ve Baroya Diyarbekirê ji bo hin bac û xercên ku hatine zêde kirin, Destûra Bingehîn a Tirkiyê re nakokin doz vekirine da ku bên betalkirin û kêmkirin. Hiqûnas balê dikşînin ku bê serûberbûna piyaseyê dibe sedema zêdebuyîna nakokiyên hiqûqî û civakî.

Cîgirê Serokê Baroya Diyarbekirê Mehdî Ozdemîr ji K24ê re ragihand: “Di 15ê Tîrmeha 2023an de bi projeyasayekî erka 5 qat zêdekirina bacan ji bo Serokkomar hatibû dayîn. Zêdekirina van bacan jî wek hiqûqî bi wê yasayê ve girêdayî hatine kirin. Lê ew yasayên ku 15’ê Tîrmehê wê erkê didin Serokkomar bi maddeyên 73 emîn û 167 emîn yên Destûra Bingehîn a Tirkiyê re nakokin. Loma jî me doz vekir ku ew biryar li dijî Destûra bingehîn e û divê ew bacên zêde bên betal kirin.”

Li Tirkiyê û bakûr div an rojên dawî de, heger hûn bi hizra bihayê rojekî berê an jî çend roj berê biçin bazarê, îhtimale ku hûnê nikaribin wan pêwistiyên xwe bikirin. Ji berk u bihayên kel û pelan her diçe zêde dibin. Welatî û pispor bi taybet daxwaz dikin ku ji vê rewşê re çareserî bên peyda kirin.

Fly Erbil Advertisment