Li Tirkiyê piştî benzînê nirxê gazê jî hate zêdekirin
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro 24 quruşên din li ser nirxê LPGyê hate zêdekirin û nirxê lîtreyeke LPGyê ji 14ê lîreyê gihişte 14.24 lîreyê.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro 24 quruşên din li ser nirxê LPGyê hate zêdekirin û nirxê lîtreyeke LPGyê ji 14ê lîreyê gihişte 14.24 lîreyê.
Li Tirkiyê biryarên zêdekirina bacan û jidestdana nirxê lîreyê Tirkî beramber dolarê Amerîkî, dibe sedema bihabûna nirxê sûtemeniyê.
Ji ber Baca Bikaranîna Taybet nirxê benzînê û gazoîlê di nava 10 rojan de heşt lîre, nirxê LPGyê jî 4 lîre hatibû bihakirin.
Îro 24 quruşên din li ser nirxê LPGyê hate zêdekirin û nirxê lîtreyeke LPGyê ji 14ê lîreyê gihişte 14.24 lîreyê.
Parlamentoya Tirkiyeyê duh civiyabû û partiyên opozîsyonê xwestibûn biryarên zêdekirina bacan werin hilweşandin, lê ev daxwaz bi dengên AK Partiyê û MHPê hatibû redkirin.