Li Stenbolê bihayên çûnûhatinê yên giştî ji sedî 51 zêde bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê bihakirina kirêya hatinûçûnê berdewam e û vê carê jî li Stenbolê kirêya hatinûçûnê bo wesaîtên giştî ji sedî 51 hate zêdekirin.

Navenda Hemahengiya Veguhestinê ya Stenbolê îro bi rojeva bihakirina kirêya hatinûçûnê civiya û biryarê li ser bihakirina nirxê kirêya Marmaray, metro, metro, pas, minîpas û teksiyê bi rêjeya ji sedî 51 da.

Di encama biryarê de tîkiteka pasan ji neh lîreyê bû 15 lîre. Ji bo xwendekaran jî tîket ji 4 lîre û 83 qurişî bû 7 lîre û 32 quriş.

Li gelek bajarên Tirkiyeyê ji ber bihabûna nirxê sotemeniyê, nirxê kirêya hatûçûnê hatibû bihakirin.