Reşîd Kaka: Kabîneya Nehem alîkariya berfirehkirina perwerdeya Kurdî li Kerkûkê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Perwerdeya Kurdî li Kerkûkê got, perwerdeya Kurdî li Kerkûkê her diçe pêş dikeve û niha zêdetirî 100 hezar xwendekaran hene.

Rêveberê Perwerdeya Kurdî li Kerkûkê Şêrzad Reşîd Kaka ji K24ê re ragihand, perwerdeya Kurdî li Kerkûkê bi berdewamî berfireh dibe û pêşde diçe. Perwerdeya Kurdî bi 15 dibistanan dest pê kir, lê niha li Kerkûkê 535 dibistan û 42 baxçeyên zarokan ên Kurdî hene.

Reşîd Kaka amaje bi wê yekê kir, ew palner û hêsankariyên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş kirine, bûne sedem ku malbatên Kurd li Kerkûkê zarokên xwe bişînin perwerdeya Kurdî û niha zêdetirî 100 hezar xwendekar li bajarê Kerkûkê bi zimanê Kurdî dixwînin.

Diyar kir jî: “Xwendekarên derçûyên asta navîn a xwendina Kurdî li Kerkûkê, derfeta xwendina wan li zanîngehên Herêma Kurdistanê û zanîngehên Iraqê hene, ev yek jî xwendekarên Kurd derfeteke girîng e û bijardeyên baş ji wan re peyda dike.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Reşîd Kaka got: “Zarokên Kerkûkê jî wek zarokên herçar parçeyên Kurdistanê dixwazin bi bi zimanê dayikê bixwînin û hewl didin di xwendina xwe de bi ser bikevin.”

Rêveberê Perwerdeya Kurdî li Kerkûkê tekez kir, tevî pirsgirêk û astengiyên li pêşiya parêzgeha Kerkûkê, rêgirtin li pîrozkirina Roja Ala Kurdistanê û lixwekirina cilûbergên Pêşmerge ji piştî bûyerên 16ê Cotmehê, wan rê neda perwerdeya Kurdî dereng bikeve.”

Di derbarê alîkariyên ku Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş dike de, Reşîd Kaka got: Hikûmeta Herêmê zêdetir ji 6 milyar dînar bo pêdiviyên xwendinê dabîn kirine û bi rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 20 dibistan jî nûjen kirine.”

Herwaha got jî, ji ber nebûna bûdceyeke taybet bo perwerdeya Kurdî li Kerkûkê, gelek pirsgirêkên wan nehatine çareserkirin.

Fly Erbil Advertisment