Li Tirkiyê bihayê benzînê careke din hate zêdekirin

Benzîn li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro careke din biha bû û bihayê wê ji 38 lîreyan derbas kir.

Navenda Nûçeyan (K24) - Benzîn li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro careke din biha bû û bihayê wê ji 38 lîreyan derbas kir.

Îro lîtreya benzînê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 1 lîre û 55 quruşan giran bû.

Piştî vê bihabûnê benzîn û mazot li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nava hefteyekê de 2 caran biha bûn.

Berî hillbijartinên 14ê Gulana 2023yan lîtreya benzînê bi 19 lîreyan bû.

Piştî hilbijartinên 14ê Gulanê bihayê benzînê ji sedî 100 hatiye zêdekirin.