Rêjeya xwekuştina zarokan li Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye

Li Rojhilatê Kurdistanê di nava bîst rojên borî de herî kêm 13 bûyerên xwekuştina zarok û ciwanan hatine tomarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojhilatê Kurdistanê di nava bîst rojên borî de herî kêm 13 bûyerên xwekuştina zarok û ciwanan hatine tomarkirin.

Roja Înê 1ê Îlona 2023an, malpera Dezgeha Hengaw a Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ragihand, rêjeya xwekuştina zarok û ciwanan ji ber hejariyê li Rojhilatê Kurdistanê bi rêjeyeke berçav zêde bûye.

Li gor zanyariyên malpera Hengaw, di nava kêmtirî bîst rojên borî de 13 bûyerên xwekuştina zarok û ciwanan li Rojhilatê Kurdistanê hatine tomarkirin.

Hat diyarkirin ku bûyerên xwekuştinê li bajarên Dalaho, Kamêran, Şino, Serdeşt, Dîwandere, Urmiye, Riwanser û Selasa Bawecan hatine tomarkirin.

Berpirsên Tendirustiyê yên Îranê di raporta xwe ya salane de li ser vê mijarê, nebûna kar, hejariya malbatan, bêhêvîbûna ji siberojê di nav ciwanan de hinek ji sedemên sereke yên bilindbûna amarên xwekuştinê dibînin.

Cudakirina di navbera kur û keçan a di nav malbatan de, bi taybeî di warê biryardana li ser siberoja wan û pêkanîna jiyana zewacê de sedemeke din a bilindbûna rêjeya xwekuştinê ye.

Li aliyê din, înternet bi giştî û medyaya civakî bi taybetî bandorê li ser ciwanan dike bi awayekî ku çavlêgeriyê fêrî wan dike.

Hatiye destnîşankirin ku di 40 salên borî de hejarî, pêşneketin, bêhêvîbûn di nav ciwanên Rojhilatê Kurdistanê de ber bi zêdebûnê ve çûye, vê jî wisa kiriye ku xwesteka jiyanê di nav hejmareke mezin a ciwanan de bimire.