Îşev Civata Ewlehiyê li ser pirsa şerê navbera Hemasê û Israîlê kom dibe

Kombûna Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî - Erşîv / wêne: AA
Kombûna Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî - Erşîv / wêne: AA

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e îşev Civata Ewlehiyê ya bi ser Neteweyên Yekgirî ve li ser pirsa şerê navbera Hemasê û Israîlê kom bibe.

Piştî êrîşên moşekî yên Hemasê bo ser Israîlê li roja Şemiyê, Berazîlê ku niha serkirdetiya rûniştinên Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî dike, daxwaza kombûna bilez û ji nişkê ve ya civata xwe kir, ji bo danûstandinê li ser girjiyên Israîlê û Bizava Hemasê ya Filistînî.

Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî di vî warî de ragehandinek parve kiriye û tê de amajeyê bi vê yekê dide, îşev Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî dê li ser pirsa êrîşên Hemasê û Israîlê kom bibe.

Seet 6:00ê sibeha doh (Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê), balê serbazî yê Bizava Hemasê bi hevparî bi Seraya Qudsê re, operasiyona “Tofana Eqsayê” bo ser Israîlê dest pê kir. Televîvê jî soz da ku bi hêz bersivê bide.

Li gor zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Xezzeyê, hijmara kuştiyên êrîşa balê serbazî yê Bizava Hemasê bo ser deverên cuda cuda yên Israîlê, heta seet 8:10 ê îşev ji 700 kesan borî.

Wezareta Saxlemiyê ya Israîlê li ser hijmara birîndaran dibêje, heta niha 2048 birîndar hatine tomarkirin û rewşa 20 ji wan xirab e.

Supayê Israîlê jî li ser hijmara serbazên xwe yên kuştî amaje bi wê yekê da, heta niha 44 serbaz hatine kuştin.

Wezareta Saxlemiyê ya Filistînê jî îro roja Yekşemê belav kiriye, hijmara kuştiyên êrîşa Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê gehiştiye 370 kesan.