Dihok – Festîvalek dê ji bo berhemên cotyaran li Berwarî Bala bê kirin

Dihok (K24) – Berdevkê Festîvala Berwarî Bala ya Berhemên Xwemalî, Fehmî Balayî, di kongireyeke rojnamevanî de ragehand, hemî amadekarî ji bo wê festîvalê hatine kirin ku biryar e li rojên 25, 26 û 27 ên vê mehê li gundê Birîfka yê devera Berwarî Bala li parêzgeha Dihokê bê kirin.
Roja Duşemê, 23ê Cotmeha 2023ê, Berdevkê Festîvala Berwarî Bala ya Berhemên Xwemalî, Fehmî Balayî, ragehand ku hemî cotyarên wê deverê û yên deverên din ên Herêma Kurdistanê û parên din ên Kurdistanê jî ji bo tevlîbûna wê festîvalê û pêşkêşkirina berhemên xwe vexwandî ne.
Fehmî Balayî amaje da wê yekê jî ku ew festîval ji bo nasandina berhemên cotyarên deverên cuda cuda û berbazarkirina berhemên wan li navxwe û derveyê welatî derfeteke giring e.
Herwesa Fehmî Balayî got jî ku ew festîval dê li jêr çavdêriya parêzgerê Dihokê, Elî Teter, wekî parek ji bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zindîkirina berhemên cotyaran û balkişandina weberhêneran ji bo berhemên navxwe yên cotyaran, bê kirin.