Sêvên Dihokê dê di demek nêzîk de bêne hinardekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Çandiniyê yê Dihokê ragihand, sêvên devera Barwarî Bala dê di demeke nêzîk de ji Îmaratê re bên hinardekirin.
Rêveberê Çandiniyê yê Dihokê Ehmed Cemîl ji K24ê re ragihand, di demeke nêzîk de sêvên navçeya “Kanî Masî” dê ji Îmaratê re bên hinardekirin.
Ehmed Cemîl got jî: “Niha werzê sêvan di qonaxên dawîn de ye, sêvên ku ji bo hinardekirinê baş in di embarên me de, prosesa pakkirinê maye, pêvajo temam bibe, em ê rasterast hinarde bikin.”
Pêştir jî di Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê de, Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî Kemal Muslim ji K24ê re gotibû: “Amadekariyên hinardekirina sêvan tên kirin.”
Devera Berwarî ku ji 38 gundan pêk tê, xwedî berhemeke nuwaze ya sêvan e, niha li neh firoşgehên navdewletî li navxweya Herêma Kurdistanê, sêvên Berwarî têne firotin.
Di Kabîneya Nehem de Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, giringiyeke mezin bi sektora çandiniyê hatiye û ji bilî sêvan, gelek berhemên din ên çandiniyê yên wekî petate, hinar, hêjîr, gûz tên hinardekirin.