Erdhejek li parêzgeheke Îraqê çê bû

Hêlkariya pîvana erdhejan li gor pîverê Rêxterê
Hêlkariya pîvana erdhejan li gor pîverê Rêxterê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Keşnasî û Erdhejan a Îraqê ragehand ku erdhejek li parêzgeha Wasitê ya naverasta Îraqê çê bû.

Li gor zanyarên Desteya Keşnasî û Erdhejan a girêdayî Wezareta Veguhastin û Gehandinê ya Îraqê, seet 12:03:31 ê piştî nîvroya îro roja Yekşemê, 5ê Mijdara 2023ê, erdhejek li gor 4.1 pileyan bi pîverê Rêxterê li parêzgeha Wasitê ya hevsinorê Komara Îsalmî ya Îranê çê bû.

Keşnasiya Îraqê ron jî kir ku welatiyên wê deverê hest bi wê erdhejê kir lê heta niha jî amaje bi zirarên wê nehatiye dan.

Fly Erbil Advertisment