Festîvala Hinaran li Hewlêrê tê lidarxsitin

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Roja Çarşema bê Festîvala Hinaran li Hewlêrê tê lidarxsitin û sê rojan berdewam dibe.

Qaymeqamê Qezaya navendî ya Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ji K24ê re ragihand, “daxwaz ji me hatiye kirin ku Festîvala Hinaran li Hewlêrê bikin û niha kar li ser wê dikin.”

Nebez Ebdulhemîd da zanîn jî, roja Çarşemê festîvala hinaran dê li ber parka Şaneder a bajarê Hewlêrê were lidarxistin û 3 rojan berdewam be.

Diyar kir jî: “Di festîvalê de, cotkarên parêzgehên din jî beşdar dibin, em wek parêzgeha Hewlêrê em ê hevkariyê bikin û rê bidin ku ew berhemên xwe bînin li Hewlêrê pêşan bidin.”

Cotkarê nimûneyî yê Helebce Azad Mihemed ji K24ê re ragihand, ew ê 100 ton henar ji Helebceyê û 150 teneke ava hinaran bîne Hewlêrê.

Fly Erbil Advertisment