Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin

Girtin
Girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Çewligê rêveberekî HEDEP’ê û 17 kesên din bi hincetên ne diyar hatin girtin.

Li navenda Çewligê û navçeyên wê Dara Hênê, Kanîreş û Bongilanê polîsan avêt ser gelek malan.

Li gor medyaya nêzîkî Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (HEDEP) li bajarê Çewligê yê Bakurê Kurdistanê 18 kes hatine desteserkirin, bêyî ku sedema binçavkirina wan aşkere bibe.

Hat ragihandin, yek ji kesên hatine binçavkirin, Serokê Rêxistina HEDEP'ê ya Bongilanê ya Çewligê Ubeyd Ozer e.

Amaje bi wê hate kirin, biryara “nehênî” danîne ser dosyeyê û hevdîtina binçavkiriyan bi parêzeran re jî hatiye sînordarkirin.

 

Fly Erbil Advertisment