Îro Festîvala Hinaran li Hewlêrê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Qaymeqamê qezaya navendî ya Hewlêrê ragehand ku îro Festîvala Hinaran li bernaberî parka Şanederê ya bajarê Hewlêrê tê vekirin.
Qaymeqamê qezaya navendî ya Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ji K24ê re ragehand ku îro roja Çarşemê, 8ê Mijdara 2023ê, Festîvala Hinaran li beranberî parka Şanederê ya bajarê Hewlêrê tê vekirin.
Nebez Ebdulhemîd herwesa got: Ji bilî hinaran, karên destî û berhemên din jî dê di vê festîvalê de bên berçavkirin.
Herwesa wî amaje da wê yekê jî ku ev festîval dê sê rojan berdewam be û sibe dê seet 10:00 ê sibehê dest pê bike û dê heta seet 8:00 ê êvarê berdewam be.
Cotyarê nimûne yê Helebceyê Azad Mihemed jî ji K24ê re got: Nêzî 150 kepiran ji bo vê festîvalê hatine amadekirin. Ez dê bi hinaran tevlî wê bibim lê yên din dê bi gûz û berhemên hişkkirî û karên destî tevlî wê bibin.
Qaymeqamê Hewlêrê herwesa ragehand ku heftiya bê Festîvala Hingivînî jî dê bi bername û pilanên taybet bê vekirin.