Berdana kujerê rojnamenvan Hrant Dînk nerazîbûnan li piştî xwe tîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê kujerê rojnamenvanê diyar ê Ermenî Hrant Dînk hate berdan, vê yekê jî karvedan û nerazîbûnên hin aliyên siyasî li piştî xwe anîn.
Hrant Dînk di 19'ê Çileyê sala 2007an de li ber avahiya rojnameya Agosê, ji aliyê Ogun Samastê nijadperest ve hatibû kuştin.
Ogûn Samast ku ji ber vê tawanê bi 22 salan hatibû cezakirin, şeva borî piştî 16 sal û 10 mehan bimerc ji zîndanê hate berdan.
Biryara berdana Ogûn Samast, karvedanên berfireh bi xwe re anîn û partiyên opozîsyonê yên wekî HEDEP, CHP û gelek saziyên sivîl û kesayetên diyar nerazîbûn nîşan dan.
Di serî de malbata Hrant Dînk, gelek aliyên Tirkiyeyê di wê baweriyê de ne, kuştina Hrant Dînk bûyereka siyasî bû û hêzên ku fermana kuştina wî dane nehatine girtin û doza terorkirina wî aşkere nebûye.
Dînk di hevpeyvîneke taybet de gotibû: “Eger ez Kurd bûma min ê daxwaza dewleta Kurdistanê bikira. Dewleteke serbixwe ku li Başurê Kurdistanê bê avakirin ev dewlet dê bibe dewleta hemû Kurdên Rojava, Rojhilat û Bakur.”