Herêma Kurdistanê salane 14 milyon tonên şîşikan berhem tîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Aborî li Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ragehand, Herêma Kurdistanê dê salane 14 milyon tonên şîşikan berhem bîne.
Îro roja Sêşemê, 28ê mijdara 2023ê, Şêwirmendê Aborî li Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Fethî Mihemed ji K24ê re ragehand, “Li dû dawî amarên Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nêzî 15 kargehên asinî li Herêma Kurdistanê hene, bi vekirina kargeha Van Steelê ku îro hat vekirin, dibin 16 kargehên asinî, şiyana berhemanîna salane ya şîşikan li Herêma Kurdistanê digehe 14 milyon tonan”.
Herwesa got, “Li dû texmîna Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ji bo salên borî, li sala 2019ê tenê 700 hezar tonên asinê bikarhatî hebûn, li sala 2020ê tenê 600 hezar ton, li sala 2021ê tenê 440 hezar ton, li sala 2022ê jî tenê 300 hezar ton hebûn, ev jî nîşana wê yekê ye ku her sal rêjeya asinê bikarhatî ber bi kêmiyê ve diçe”.
Herwesa ragehand, “Li Herêma Kurdistanê berhemanîna şîşikan heta astekî baş gehiştiye astê xwejiyandinê, yanî berhemê me li Herêma Kurdistanê tenê nayên bikaranîn, belkî ji bo naverast û başûrên Îraqê jî tê şandin”.
Di derheqa bihayê wan de jî Fethî Mihemed got, “Bihayê yek tona şîşikan gelek nêzî bihayê şîşikên Tirkiyeyê ye, ji ber ku kalitiya wan baş e, em nikarin bihayekî jê re danin, bihayê wan rojane di bilindbûn û kêmbûnê de ye û li navxwe û derve ya Herêma Kurdistanê jî daxwazeke zêde li ser wan heye”.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di van çend salên dawiyê de giringiyeke zêde bi kertê pîşesaziyê daye. Her di wê çarçoveyê de, îro roja Sêşemê, 28ê Mijdara 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Kargeha Van Steelê ya asinî li Hewlêrê vekir ku li Herêma Kurdistanê û Îraqê mezintirîn kargeha asin û şîşikan e.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di merasîmên vekirina wê kargehê de ragehand, “Ev kargeh bi standardên cîhanî û pêşkeftîtirîn teknolojî hatiye çêkirin û dê feyde ji bo jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê û peydakirina derfetên karî hebe”.