Dubey.. Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Şêx Mihemed bin Raşid al Mektûm hevdîtinek kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro roja Înê, 1ê Berçileya 2023ê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya Kopîtka COP28ê de li Dubey hevdîtinek bi Cîgirê Serokê Îmaratê û Serokwezîr û Dadwerê Mîrgeha Dubey Şêx Mihemed bin Raşid al Mektûm re kir.
Di çarçoveya tevlîbûna Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê (COP28) de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi hejmareke serok û serokwezîr û berpirsên cîhanî re hevdîtin û danûstandin hebûn.
Doh roja Pêncşemê, 30ê Mijdara 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser daxwaza Cîgirê Serokê Îmaratê û Serokwezîr û Dadwerê Mîrgeha Dubey Şêx Mihemed bin Raşid al Mektûm ji bo tevlîbûna Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê (COP28) gehişt Îmaratê.