Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Îmaratê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çarçoveya beşdariya li Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê de, bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Îmaratê re civiya.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 2.12.2023an di çarçoveya beşdariya li Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê de, bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Îmaratê Şêx Seyf Bin Zayid Al Nehiyan re civiya.

Di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya hatina Roja Niştimanî ya Îmaratê, pîrozbahî li serkirdayetî û gelê Îmaratê kir. Herwiha spasiya Îmaratê kir ji bo piştevaniya berdewam a ji Herêma Kurdistanê re.

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Îmarat amaje bi pêwendiya taybet a di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de kir û tekez li ser giringiya pêgeha Herêma Kurdistanê kir, wek nimûneyeke geş li Iraq û navçeyê.

Herwiha pêşhatên dawî yên li Iraqê û pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmarat di warên cuda de di civînê de hatin gotûbêjkirin.