Wezîra Çandinê: Hinardekirina berhemên xwemalî pêngaveke mezin a kabîneya nehê ye

Bêgerd Talebanî
Bêgerd Talebanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Çandinê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî di dema berçavkirina hingivînî de li Karforê, di kongireyeke rojnamevanî de ragehand, “Em îro qonaxeke din a berbazarkirina berhemên cotyaran radigehînin”.

Bêgerd Talebanî got, “Em îro qonaxa duyê ya hinardekirin û şandina hingivînê Herêma Kurdistanê ji bo sûkên derve û navxwe bi awayekî pêşkeftî û xweşik radigehînin, bi wê hêviyê ku bibe sedemek berhemên me yên navxweyî jî hem ji aliyê kalitiyê ve û hem jî ji aliyê pêketkirinê ve hevrikiya berhemên cîhanê bikin”.

Amaje da wê yekê jî ku, “Ev pêngav ji bo Herêma Kurdistanê û kabîneya nehê û Wezareta Çandinê gelek mezin û sitratejî ne, ku ev destpêkek e ji bo ku em bikarin li paşerojê deriyên sûkên cîhanê li dû wan astên ku xwestek li ser heye ji bo berhemên cotyarên xwe vebikin”.

Herwesa got, “Ev jî piştevaniyeke mezin e ji bo cotyarên me, ji bo ku bikarin li paşerojê rêjeya berhemanînê zêde bikin, herwesa kalitiya berhemên xwe bilind bikin, ji bo ku em jî bikarin bazarî jê re peyda bikin”.

Ron jî kir ku, “Ev pêngava  Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berhemekî û du berheman nîne, belkî li dû cûnên wan berheman e yên ku ji me zêde dikin û em wan berbazar dikin”.

Herwesa got, “Em spasiya wan dikin ên ku ji bo hinardekirina hingivînî û hinaran arîkar bûn, herwesa em dê sêvan jî hinarde bikin”.

Tekez jî kir ku, “Wezareta Çandinê bi hevahengiya Nivîsîngeha Serokwezîrî dê li paşerojeke nêzîk mîkanîzmeke guncayî ji bo hinardekirina berheman dabine, ji bo ku em bikarin awayê hinardekirinê control bikin, bi rengekî ku gava ew berhem diçin derve çi gil û gazin li çi sûkên derve li ser wan nebin û em navnîşanê branda Kurdî li sûkan biparêzin”.

I dawiyê jî amaje da, “Rast e ku me ji welatên kendavî dest pê kiriye, ji welatên Îmarat û Qeterê, niha jî em mijûlî îmzakirina hevfehimandinê ne bi welatê Urdinê re û paşî bi welatên din re jî berdewam dibe, xwesteka sûkan li ser berhemên me heye”.

Fly Erbil Advertisment