Rûmal

Desteya Navçeyên Kurdistanî: Em hêvî dikin encamên hilbijartinan dawî li dagirkeriyê bîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi boneya bidawîhatina hilbijartinên encûmenên parêzgehan û beşdariya bibandor a gelê Kurd li navçeyên Kurdistanê, Desteya Giştî ya Navçeyên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat: “Encaman careke din kurdistanîbûna navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê piştrast kir û ti derfet ji mejiyên şovenîst re nehişt ku her tim bi plan û ajandayên cuda hewl dane ku nasnameya Kurdistanî ya van navçeyan danîne.

Desteya Giştî ya Navçeyên Kurdistanî got: “Em hêvîdar in ku serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê ji bo avakirina rêveberiyên xwecihî li hemû navçeyan bi nêrînek hevpar û kar bikin, ji bo pêkanîna hikûmetên xwecihî li hemû navçeyan bi yekrêzî û gotareke Kurdistanî.

Herwiha got: “Em hêvîdar in ku bi van encaman, dawî li erebkirina nû û dagîrkeriya nerewa bê anîn.”

Roja 16 û 18ê Berçileya 2023an, proseya dengdana taybet û giştî ya hilbijartinên encûmenên parêzgehan birêve çû û Kurdan beşdariyeke bibandor li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û bidest xistin.